Şiir • Bilinmiyor

Hespê Min Zînke Bîne

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Lixabê de bigire, hespê min bikişîne

Berqefa li ser şîne, dorhêlê wî meşîne

Û xwe jî gon kumete, bîjî lê honandîne

Keça min ez rêwî me, oxirke min bişîne

Dîsa li min kele kele, agirê wî min dixwaşîne

Welatê xerîbîyê, tim jane tim dêşine

Qet rûyê xwen tirşneke, tu bavê xwen rêwîke

Ezê rabim vir herim, negirî dilê min neêşîne

Hespê min bêzengû ye, hevsarê wî tuneye

Ezê rabim dûr herim, li bavê te guneye

Nîgareke xwen bîne û têxe paşila min

Ezê tim lê binhêrim bêjim dil zaneye

Bax û baxçe bêgul, gul jî bêbilbil nabin

Mirov bêdê û bêbav, bêkes û bêqem nabin

Kesê bêxwîşk, bêbira bi mîna darê bêfêk

Gava dil jî nexwaze, pirsgirêk jî helnabin

"Lixabê de bigire, hespê min bikişîne"

Keça minî canê min, kesek nehat mala min

Ez ketim hejarî yê nepizmam û neqemin

Agir xistin dilê min, rondik jî nav çavên min

Ez rêwîme ez diçim, bedewa min rinda min

Mehmet Çobanoglu

26.09.2013

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...