Şiir • Bilinmiyor

Haj Kobanê Bin

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Kula me neherişînin

Kezaba me neêşînin

Lawên me haj Kobanê bin

Şoreşa gel bimeşînin

Hatin, wawikên miraran

Diranên wan wek mişaran

Lawên me haj Kobanê bin

Qet fersend mede xinzîran

Ka dilşdîya Botanê

Daîş ket nav Kurdistanê

Lawên me haj Kobanê bin

Şer bû maf, werin meydanê

Bi rojan e zehf dûmane

Dijraberîya emane

Lawên me haj Kobanê bin

Kobanê xweş niştimane

"Kula me neherişînin"

Gel azadî yê razî ye

Welat bo me şanazî ye

Lawên me haj Kobanê bin

Ev hawar e û gazî ye

Mehmet Çobanoglu

08.10.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...