Şiir • Bilinmiyor

Gundê Me

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Ez ne şelaf ne awanim

Heyrana çûk û kewanim

Keç û xortên me hêjanin

Ez şivanim ez gavanim

Berx diçêrin nav mêrganin

Av vedixwen ser curnanin

Gava demsal bibe bihar

Gul vedidin xweş renganin

Axa warê me adane

Navê gundê me Şewan e

Bêheval û bêhevsale

Pêşberê gir û kendane

Gundê me pir dûrîmine

Nav xeyal û xwenêmine

Xerîbî wek agrê geşe

Wele her dem dihelîne

"Ez ne şelaf ne awanim"

Her dem daxwazim rojhilat

Min bîrnekin bibin welat

Min şa bikin dilşa bikin

Gundê me jî bikin xelat

Mehmet Çobanoglu

07.12. 2013

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...