Şiir • Bilinmiyor
Gulî Reşê
Yazar / Şair
Mehmet Çobanoğlu person
Gula çeleng rengînî
Dilê min de evînî
Ji bot e ez bengînîm
Min re bihar, havînî
Keçê tu zehf narînî
Devkenî pir şêrînî
Tu gewherî û zêrî
Tu stêrka zerînî
Di heyva tev şeva min
Derkeve were ba min
Gulî reşê, çavreşê
Bibe arîşena min
Evina germ nerêje
Bejna te pir dirêje
Zanim tu zehf dilnermî
Heza xwe min re bêje
"Gula çeleng rengînî"
Keçê keça merdanî
Ji ser axa Kurdanî
Bo te pri nexweşim
Tu jî min re dermanî
Mehmet Çobanoglu
17.01.2015
İstanbol
Yorumlar