Şiir • Bilinmiyor

Gilyaza Min

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Devkena min jiyan î

Tu gul î tu şîlan î

Bi dilsoz pir xweşikî

Tu tim deşt û zozan î

Tu gilyaz û hinar î

Bo min xweş diyar î

Dilê te pir mezin e

Tu guz û tu çinar î

Gul , nêrgiz, adarok î

Binefş û gigizok î

Pir şêrîn û xweşik î

Sosik û perperok î

Evîna min canê min

Giyana min dilê min

Çav zeytûnê, delalê

Wan destên xwe bide min

"Devkena min jiyan î"

Bilbila bax û gulan

Ava kanî û çeman

Ay dilê min canê min

Te hez dikim bê guman

Mehmet çobanoglu

02.06.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...