Şiir • Bilinmiyor

Ez Bê Te Bêkêfim

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Ez bê te bêrewş û bêkêfim

Tunebûna te

Nav dilê min de kêreke ko ye

Bi rojan e

Min dixwe û min têr nabe

Tim goştê canê min dikoje

Dilop û dilop xwîn min dikişe

Bi revokî û bi peneberî

Ji tewrên lezgîn û tewreke xemgîn

Ez tim te digerim

Wek din jî bê te jiyan li min re kul e û mirin e

Ax li min wax li min devkenê

Rojane

Bê te ez bêçare me

Per û baskê min tuneye

Ji vanderan bifirim

Her der min re qîr û her der tenî ye

Di vê cîhanê de bi tenê hebûna te min re hêvî ye

Bê te ez pir belengazim

Bê te ez pir rezîlîm

Bê te ez gêjim û pir jî dînîm

Bê te nizanim ez çi bêjim

Xwezî ya min wê rojê re

Delalê, bedewê tu bihatayî ba min li Kurdîstanî

Wê roja hemberê mirin ê

Bêşik xwestina min tu yî

Min te re bigota

Jiyan

Min te re bigota

Evîna min

Me bi tev govend bikişanda bi qeyde kî xweş

Ji tewrên şervanan û hevalan bi her tim şev û rojna

"Ez bê te bêrewş û bêkêfim"

Çem û kanî

Deşt û zozan

Hemû cîhan jî dizane

Tunebuna te ji bom in agir e

Qêrîna dilê min jî bot fîzar e

Hêvî û şanazîya min tu lez were bajara me Qers e

Bizanibe bê te cîhan min re zîndan e

Bê te her der min re dojeh e

Bê te hebûn wunda ye

Xezal, ma te min fêm kir

Ji wê zimanê xwe şêrîn ve

Min re bêje Cudî

Min re bêje Adar

Min re beje Mem

Min re bêje Sıyabend

Ez evîndarê te me

Dêmê te de gul hene

Bi hawar

Ji kerema xwen yek wanan paşla xwe de derxe bide min

Mehmet Çobanoglu

11.02.2015

İstanbul

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...