Şiir • Bilinmiyor

Ev Bêbextîye

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Derdê min yek bû niha bû hezar

Xerîbî zore min re bû mezar

Serê min dêşe dilê min helîya

Xem û xemgînîm, wele bûm bêzar

Zîpik pir barî li ser serê min

Zûde şikestî per û baskên min

Bendî bira me, xwûşk û pizmaman

Xwezî bên bo min, wele bi rastî

Agir niqutî, dil min şewitî

Goştê canê min nav de kewitî

Daê rebenê her tim xemgînim

Roj qet nexweşe, şev jî behîtî

Kend û kendalin çiyan bilindin

Aska min girtin nişkva şêlandin

Stûyê min şikest; felek min şabû

Ev bêbextîye roj min qedandin

"Derdê min yek bû niha bû hezar"

Derdê min zore , gundê me dûre

Jiyan pir tûje, xezal ber şûre

Berf û baran e xwîn û xezab e

Ez pir dinalim birîn min kûre

Mehmet Çobanoglu

10.07.2013

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...