Em Ne Dil Ne Xulamin
Dîsa li min lez û beze diherim
Ez ji derdan û qedane direvim
Kend û newal, deşt û zozan şewatin
Agir xistin hemû malan bêwarim
Ev çi rewşe? Neyar hatin dubare
Şev tarîye berf û baran dibare
Şekal qetiyan ez dîsa pêxasim
Xwîn dikişe pêl rabûn me robare
Bêdeng nebe, zû were doza me ye
Nav dilan de evîna welat heye
Pêşniyarên şêr û şervanên Kurd’an
Rizgarîya gel ve girêdaî ye
Em rêwîne rêwîyê serfirazin
Em Berrîtan em Mizgîn em Bahoz’in
Em ne dîl ne xulamin, şoreşvanin
Em rabûn, heşyarbûn welat daxwazin
Tev bêbextan û xinizan negerin
Ew ne mêr ne jinin tolî digerin
Qesem û sondên gelan rizgarîye
Ciwanên Kurd’an him şêr him rêberin
Mehmet Çobanoglu
23.10.2013
Stenbol
Paylaşmak ya da kopyalamak için bir dizeye dokunun
Bu şiir hakkında
Em Ne Dil Ne Xulamin şiiri kime ait?
Em Ne Dil Ne Xulamin şiiri Mehmet Çobanoğlu tarafından yazıldı.
Em Ne Dil Ne Xulamin şiiri kaç kıta?
Em Ne Dil Ne Xulamin şiiri 6 kıtadır.
Yorumlar
Henüz yorum yapılmamış.