Şiir • Bilinmiyor

Dîsa Koçberîye

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Dîsa me re koçberîye

Îro her der heşerîye

Baê sîtem ser me de hat

Kevir , kuçik me herîye

Ax fîxana dayikan e

Tim qirîna zarokan e

Em direvin şev û rojan

Ji zilma Misilmanan e

Koma wan jî hemû wehşin

Serê wan de kumên reşin

Destê wan de kêr û şûr in

Hemû gembol hemû cahşin

Gund û malên me ruxandin

Ji laşê me xwîn rijandin

Perestgeha me Laleş e

Can û malên me şêlandin

"Dîsa me re koçberîye"

Êriş aîn wek guran in

Me qirdikin mecal nadin

Ev çi fêr e û çi tad e

Ew mêrkujên me Kurdan in

Ew naxwazin me Êzîdan

Çav berdan bajarên Kurdan

Agahî çû nav lehengan

Tirs û xof ket tev İŞÎD’an

Mehmet Çobanoglu

26.08.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...