Şiir • Bilinmiyor

Dilevînim

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Keça Kurdan bejn bilindê

Dil qurbana wan çavên te

Rabe were tenîşta min

Ez ramûsanek bidim te

Bawer bike dilevînim

Bizanibe ev gazine

Ji bêrîya te birîndarim

Evîna min pir mezine

Lê bedewê keça Kurdan

Xêrata xwen rû bide min

Gava ez te dûrbikevim

Dişewite nav dilê min

Zehf bedewî zehf şêrînî

Honanên te çiqa reşin

Ez qurbana bextê te bim

Biskên cêngên te pir geşin

"Keça Kurdan bejn bilindê"

Rindika min werê ba min

Destên te narîn bigirim

Ez bête nebextiyarim

Şefqa sibê te vegirim

Memet Çobanoglu

15.06.2015

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...