Şiir • Bilinmiyor

Dilê Me Xopan Kirin

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu

Hawar zû werin stargehê me çêkin

Gundên me hilşandin malan avakin

Neyarên lawir çavberdan canên me

Dilê me birîn e derdê me pakin

Ketin nav perestgehan û nav dêran

Jiyanan gel xera kirin û hêran

Dîsa çax dîsa dan me herimandin

Stûyên zarokan jî dan ber kêran

Misilmanan dest-pîyê me jê kirin

Roja me reş dilê me xopan kirin

Wijdanê wan tune hemû kujtarin

Peneberên Mexmur’ê dan koç kirin

Hawer li me hawar ey Yezdan’ê jor

Ji xwîn me dikişe çilkên herî şor

Li Şengalê qet can û jiyan neman

Misilmanên xwînvexwar dîsa bûn xor

"Hawar zû werin stargehê me çêkin"

Ax li me ar û şewat me re bû şûn

Ereb,Ecem,Tirk bi hev re dilşa bûn

Misilmanên tol bêrûmet û her dem hov

Qîz û bûkên me Êzîdan hildan çûn

Mehmet Çobanoglu

12.08.2014

Stanbol

Sık Sorulan Sorular

Dilê Me Xopan Kirin şiiri kime ait?

Dilê Me Xopan Kirin şiiri Mehmet Çobanoğlu tarafından yazıldı.

Dilê Me Xopan Kirin şiiri kaç kıta?

Dilê Me Xopan Kirin şiiri 6 kıtadır.

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...