Şiir • Bilinmiyor

Dilê Me Jî Bû Polat

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

DİLÊ ME JÎ BÛ POLAT

Ka kenekî bikene navde gul û soin dijîn

Gotinekî pêkbîne navde awaz, deng tijîn

Lo rebeno, xemgîno em naxwazin zordestî

Em daxwazin mafê me, me re bêje her bijîn

Ka demekî bide me bêşev, bêkul, bêtarî

War û wargeh têxe nav nebejî be nexalî

Waletekî bi deşt-zozan, navde robar û kanî

Biherike ser mêrgan, her dem her gav her alî

Ka jiyanekî geşke, navde hebe hêvîya me

Bi taybetî, rûmetî welatê me geş be me

Hemberê neyaran, kujtaran netewe serê me

Dilê me jî bû polate bo rizgarîya gelê me

"DİLÊ ME JÎ BÛ POLAT"

Ka rojekî bide me navde sîtem tune be

Hemû gelên cîhanê wê rojê re tim şa be

Azadîya gelê me hebûna me Kurdan’e

Heval gehhîştin çiyan wan re serfirazi be

Ka serbestî bide me tifaqî têxe nav me

Bi şêrinî, dil germî tevde hebe hêvîya me

Dilxwazî û sozdarî em bendewarê gelin

Şoreşî ye para me Kurdîstan’e axa me

Mehmet Çobanoglu

28.03.2013

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...