Şiir • Bilinmiyor

Dildara Min

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Bi xatirê şevên xweşik

Destpêka çîroka me de

Bi şadî û hêvîyan

Min bi dilekî germ

Evîna me tev kir û te re

Helbestek şand

Wek zozan û deştên

Welet ê me

Te nav de gul veda û bişîrî

Dilê min şa kir û rûyê min jî kenand

Şêrînê û çavreşa min

Şewên xweşik de

Ez û tû

Lêv û lêvan

Em hatin ba hev

Tu ketî paşila min

Xewê de sîha min ket

Ser lêmên te

Meşîyan

Heta ser singê û xemlên canê te

Bilbila çeleng

Te bi stêrkan li min re maç şand

Min ji bo te gul û kulbik tev berhev kir

Dildara min tê bîra te

Gava min te re got can

Te jî min re got “heyran”

Bi wê demê şûn de

Tu berçavê min wek berbangan xuyan

Yara min

Bi her şevan

Min te re got

Hebûn

Jiyan

Azadî

Te min re got “Welat ê me pir şirîne”

Evîna min, te serê min da ser her çokên xwe

Min re bû şahî, bextewerî, ronahî û evîna dil

"Bi xatirê şevên xweşik"

Dengê dilê min

Sewda min

Ez bibim gavan û şivanê te

Bibim qurbana welatê me

Min re stranekî bêje

Bila tê de war û welatê be

Bi govendê de

Awa ye ke Kurdîsta’ î ez û tu tim tev bileyzîn

Mehmet Çobanoglu

21.05.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...