Şiir • Bilinmiyor

Dil Dixwaze Rizgarî

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu

Şilî, baran pir barî

Êdî bese ev arî

Serhildan û azadî

Dil dixwaze rizgarî

Rabin werin nav kendan

Gul, sosinan tev vedan

Yekîtîya me çêbû

Dilşahî ye bo Kurdan

Gelên me çûn ser qadan

Her bijî koma merdan

Madem gel bi hev re ye

Guh nedin êş û derdan

Hemû gel xwîşk, biranin

Qedir, qîmet giranin

Keç û xortên me gelan

Tevayî wek şêranin

"Şilî, baran pir barî"

Kendav, bendav netiştin

Hevalan şev qelaştin

Em rêketin, dimeşin

Me re Kurdîstan hiştin

Mehmet Çobanoglu

09.05.2015

Stenbol

Sık Sorulan Sorular

Dil Dixwaze Rizgarî şiiri kime ait?

Dil Dixwaze Rizgarî şiiri Mehmet Çobanoğlu tarafından yazıldı.

Dil Dixwaze Rizgarî şiiri kaç kıta?

Dil Dixwaze Rizgarî şiiri 6 kıtadır.

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...