Şiir • Bilinmiyor

Dijrabûna Gelane

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Qêrîn, gazî û denge

Roja îro bêrenge

Mêrxasên me rabûn pê

Em kom bûn şer û cenge

Salane sed salane

Warê me de talane

Fersend nedin neyaran

Dijrabûn gelane

Çerxa Rom’ê biweşe

Pergela wê bêtewşe

Êriş anî li ser me

Dewleta wê helweşe

Bila bo me nebe êş

Nebin kole û barkêş

Berxwedana pîroze

Beşdar bin û herin pêş

"Qêrîn, gazî û denge"

Bi rojan û salane

Ala me ser milane

Rabin werin hevalno

Dem, dewrana gelane

Mehmet Çobanoglu

23.08.2015

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...