Şiir • Bilinmiyor

Derbeder Bûm

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Warê min warê gulan e

Germa min germa dilan e

Derdê min nav de giran e

Wek keştîya ser pêlan e

Dîsa xema min carî bû

Gula şaxê min venebû

Ez ber derdê xwe digîrîm

Bilbila min ba min nînbû

Kezeba min ji kûr xwîn bû

Dilê min perçe perçe bû

Ez mexdûrê van şevanim

Dîsa roja min venebû

Dikim, nakim qet ranabim

Bi rojan e tu pak nabim

Hêvîyên min helweşîyan

Vê dilê bengîn şên nabim

"Warê min warê gulan e"

Bi rojan e derbederim

Mina Kerem dil keserim

Lehî, agir ji tufanê

Ez nikarim rabim herim

Mehmet Çobanoglu

02.11.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...