Şiir • Bilinmiyor

Dêmên Te Pir Xweşikin

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Delala min bextiyra min

Rindê neçe û were ba min

Ev dil qet gotinan fêhm nake

Ez qurban bigire destê min

Dêmên te xweşik in wek baxan

Zû were em herin ser kaxan

Çavreşê, gulê, xezala min

Em herin têkevin nav şaxan

Rinda min, birhên te kevan e

Mijangên te jî wek tîran e

Xwezî dilê min de biçikî

Qedir ê te ba min pir girann e

Heyv û stêrkên ser diyaran

Gul û gulpikên nav zozanan

Min şake ûmin bextîyar ke

Em herin nav mêrg û xozanan

"Delala min bextiyra min"

Enîya te de şara sor e

Ser dawa te de gula mor e

Min pir bêrîya tekir, lez were

Bête heyam min re pir zor e

Mehmet Çobanoglu

16.05.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...