Şiir • Bilinmiyor

Dema Welatê Me

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Dora gundê me zevîne

Demsala me jî havîne

Lê çavreşê, keça bedew

Navberê kendan devîne

Evîna min ne hindike

Kezeba min zehf tenike

Qet min nedin xeyîdanê

Yara min jî pir canike

Pez û berxan re şevîn e

Binîya mêrgên me avîn e

Yara min zû were ba min

Dilê min bo te nîvîn e

Qefa gundê me fire ye

Navçe me de du pire ye

Qaqizman’a me şêrin e

Sûk û çarşî nav de heye

"Dora gundê me zevîne"

Nav deşt û zozanên geşin

Hespên me jî henî beşin

Him rindin û pir çelengin

Her dem rehwanî dimeşin

Fêkî bax, baxçeyan pirin

Havînê pezan dibibirin

Ceh-genim jî zevîyanin

Rengê simbilên wan zerin

Mehmet Çobanoglu

19.09.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...