Şiir • Bilinmiyor

Dem Tipî Tarî Ye

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu

Ji xeman û keseran e

Tim nalîna dilê min e

Derd û kulên min zêde bûn

Ax kalîna berxê min e

Ji wan hemû sîtemkaran

Piçek aram min re nema

Şev û rojan bêçareme

Li çima kes ba min nema

Ewrên rîpûreş dor pêçan

Ecel ket nav pêsîra min

Dîsa dem tipî tarî ye

Hêstir barîn ser dêmê min

Bin hewrazan û kaşanim

Êş û jan ket nav canê min

Rojan e ez perîşanim

Werin bar kin darbesta min

"Ji xeman û keseran e"

Winda nabe evîna min

Bendî te me şêrîna min

Ava nebe kêlika min

Min re bese diyarê min

Mehmet Çobanoglu

06.10.2014

Stanbol

Sık Sorulan Sorular

Dem Tipî Tarî Ye şiiri kime ait?

Dem Tipî Tarî Ye şiiri Mehmet Çobanoğlu tarafından yazıldı.

Dem Tipî Tarî Ye şiiri kaç kıta?

Dem Tipî Tarî Ye şiiri 6 kıtadır.

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...