Şiir • Bilinmiyor
Dem Tipî Tarî Ye
Yazar / Şair
Mehmet Çobanoğlu person
Ji xeman û keseran e
Tim nalîna dilê min e
Derd û kulên min zêde bûn
Ax kalîna berxê min e
Ji wan hemû sîtemkaran
Piçek aram min re nema
Şev û rojan bêçareme
Li çima kes ba min nema
Ewrên rîpûreş dor pêçan
Ecel ket nav pêsîra min
Dîsa dem tipî tarî ye
Hêstir barîn ser dêmê min
Bin hewrazan û kaşanim
Êş û jan ket nav canê min
Rojan e ez perîşanim
Werin bar kin darbesta min
"Ji xeman û keseran e"
Winda nabe evîna min
Bendî te me şêrîna min
Ava nebe kêlika min
Min re bese diyarê min
Mehmet Çobanoglu
06.10.2014
Stanbol
Yorumlar