Şiir • Bilinmiyor
Delalê
Yazar / Şair
Mehmet Çobanoğlu person
Destê te de elbike
Serê te de laçike
Bi meşî diçî avê
Nav elbik de tasike
Veke, çêke girike
Nanê zirav sivike
Firaq ê de hevrişke
Kêlekê de kizike
Virde, wêde dengneke
Jimin re jî şerneke
Delalê zehf bedewî
Were ba min şermneke
Şara te jî pir sore
Çibikî wele xêre
Germa canê te pire
Daxwazî min bihêre
"Destê te de elbike"
Te pêsîra xwe vekir
Te dilê min pir şakir
Ber tenûrê ranebe
Wek hingivi wek şekir
Mehmet Cobanoglu
25.12.2013
Stenbol
Yorumlar