Dayîkê Zû Were
Yazar / Şair
Mehmet ÇobanoğluDayîka me derde, kule zû were
Bi sondan dijminê me bêbawer e
Xem e, êş e jiyanke giran e
Cenge, şere, zordestî ye ; haware
Destên me û milên me de zîncîrin
Birastî li her derên me hincîrin
Rebena me xezela me lez were
Solên me çiriyan kincên me gincirîn
Ked û zadên me mêtin û revandin
Gul û şaxên nav baxan de qetandin
Xwanga me kejê bimeşe zû were
Mal û gundên me bi hev re şêlandin
Dayîkê dilê me de kul, birîne
Rom ket nav welat, dîsa me qêrîne
Gund hilweşandin û mal wêrankirin
Çi dibe bila be welat şêrîne
"Dayîka me derde, kule zû were"
Dayîkê lê rebenê her dem biêş
Rabe bibe pêşeng û bibe serkêş
Kê bêje “azadî” Rom jiyan nade
Berxwedan bide berxwedana balkêş
Mehmet Çobanoglu
21.10.2014
Stenbol
Sık Sorulan Sorular
Dayîkê Zû Were şiiri kime ait?
Dayîkê Zû Were şiiri Mehmet Çobanoğlu tarafından yazıldı.
Dayîkê Zû Were şiiri kaç kıta?
Dayîkê Zû Were şiiri 6 kıtadır.
Yorumlar