Şiir • Bilinmiyor

Dayîkê Zû Were

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Dayîka me derde, kule zû were

Bi sondan dijminê me bêbawer e

Xem e, êş e jiyanke giran e

Cenge, şere, zordestî ye ; haware

Destên me û milên me de zîncîrin

Birastî li her derên me hincîrin

Rebena me xezela me lez were

Solên me çiriyan kincên me gincirîn

Ked û zadên me mêtin û revandin

Gul û şaxên nav baxan de qetandin

Xwanga me kejê bimeşe zû were

Mal û gundên me bi hev re şêlandin

Dayîkê dilê me de kul, birîne

Rom ket nav welat, dîsa me qêrîne

Gund hilweşandin û mal wêrankirin

Çi dibe bila be welat şêrîne

"Dayîka me derde, kule zû were"

Dayîkê lê rebenê her dem biêş

Rabe bibe pêşeng û bibe serkêş

Kê bêje “azadî” Rom jiyan nade

Berxwedan bide berxwedana balkêş

Mehmet Çobanoglu

21.10.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...