Şiir • Bilinmiyor
Çima Bêbextim
Yazar / Şair
Mehmet Çobanoğlu person
Te çima min waha kir
Hişê min jî belav kir
Jiyana min xera kir
Xema dilê min kûr kir
Tu wek şivekî zextî
Çima wusa bêbextî
Te janek xist dilê min
Mina êşa bêwextî
Min te re got gula min
Xwe berde nav dilê min
Te pişta xwe min de kir
Şewat xist nav canê min
Min tu car te bîr nekir
Dilê xwe bo te vekir
Ketim rêyan lez hatim
Te çima min şa nekir
"Te çima min waha kir"
Delala min nû hatim
Gelo çima bêbxtim
Tu dûrketî qeherîm
Piranî berxwe ketim
Ez hatim te hilgirim
Her destên te bigirim
Stenbol jî ne dûr e
Were ba min vegerim
Mehmet Çobanoglu
22.06.2014
Stanbol
Yorumlar