Şiir • Bilinmiyor

Cejn Cejna Newroz’ê Ye

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Meh meha Adar’ê ye

Li berva biharê ye

Cejna me pir pîroze

Cejn cejna Newroz’ê ye

Dilgeşîya dila ye

Îro cejna gela ye

Tim bikenin kêfxweş bin

Hatina Newroz’ê ye

Keç û xort bi hev re bin

Kole nebin rizgar bin

Bikevin nav govendê

Bireqisin ba hev bin

"Meh meha Adar’ê ye"

Şeng û şahî bi lez bin

Dil û can li haj hev bin

Lîlozan jî tev vedan

Newroz’ê de tev şa bin

Welatê me pir geşe

Gelên Kurdan dimeşe

Sîpan ê û Munzur ê

Newroz’a me zehf xweşe

Mehmet Çobanoglu

11.03.2015

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...