Şiir • Bilinmiyor

Çav Berdan Axa Me

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Eman nedin neyaran

Destek bidin camêran

Li axa warê me de

Gulan nedin ber kêran

Bêzar nebin hêz rabin

Dil û can em hev re bin

Kurdîstana me rinde

Bikenin em tev şabin

Em çalakin bêguman

Fersend nedin wan şoman

Wan çav berdan axa me

Wan Ereban, wan Roman

Dilê me de agire

Her rengan vedigire

Bo şerê azadîyê

Gelê me hev digire

"Eman nedin neyaran"

Îro me re mizgînî ye

Bo me serbilindî ye

Piçek tarî jî nema

Roj me re rizgarî ye

Mehmet Çobanoglu

29.01.2015

Stanbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...