Şiir • Bilinmiyor

Bisk Reşa Min

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Lê delalê ji kerema xwe were

Destê min bigire min bibe here

Serdilka min bedewa min gula min

Bêguman ev dilê min te bawer e

Berava çemê Erez gulîstan e

Di hemû gulan de can û jiyan e

Lê delalê bê te sebra min nayê

Ken û nihêrên te min re giyan e

Qisawet, qiyyamet, heşir jî hebe

Bizanibe ev dil te derbaz nabe

Delalê tu kêleka min de nînbî

Li bê te serê min ardê ranabe

Min meya evînê vexwar ez mestim

Salan e bengînê te me nawestim

Ji şeva pêşîn de heyrana te me

Ku tu neyê ez bêmil û bêdestim

"Lê delalê ji kerema xwe were"

Bisk reşê xemze çalê bedewa min

Xerîbî û rebenî bû para min

Ji bête rojane xwîn vedireşim

Dilê min were bibe dermanê min

Mehmet Çobanoglu

23.02.2015

Stanbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...