Şiir • Bilinmiyor
Birhî Kevan
Yazar / Şair
Mehmet Çobanoğlu person
Tu delalî ya çavreşî
Her dêmên te wek baxçe ye
Ez daxwazim te hemêzkim
Qet haya te min tune ye
Porê te wek şeva reşe
Hemû stêrk jî servane
Dilê min û kezaba min
Birhên te jî wek kevane
Ez birçî yê xû ya te me
Navê te danîne Zelal
Tu hêvî û bendewarî
Te daxwazim keça delal
"Tu delalî ya çavreşî"
Ne şên û ne bextîyarim
Ez gavanim û şivanim
Lê delalê bextê minî
Ez bê te tim wek çolanim
.
Ez heyrana bejna te me
Kembera te jî zêr, zîve
Lêv ziravî zar şêrînî
Nihêrîn te min re hîve
Mehmet Çobanoglu
02.04.2015
Stanbol
Yorumlar