Şiir • Bilinmiyor

Birê Te Bendê Te Ye

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Keça min haydê bîne

Pertûka me de hîne

Ez ketim ber bextê te

Birê xwe re bişîne

Keça min zîndan dûr e

Lawê min jî pir hûr e

Min berîya birê te kir

Birîna min jî kûr e

Keça min li me şer e

Me bang e me hawer e

Birê te bendê te ye

Barê xwe helde here

Keça min û canê min

Keserek ket dilê min

Ji zîndana Amedê

Agahîkî bide min

"Keça min haydê bîne"

Keça min pir dizanî

Tu qîza me Kurdanî

Birê te jî şervan e

Hevalan jîyan anî

Mehmet Çobanoglu

19.112014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...