Şiir • Bilinmiyor

Bihara Welatê Me

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Bihara me gul û gulbik berhev kir

Welat geşkir û şadimanî tev kir

Bi jiyaneke xwezayî û rind ve

Deşt û zozan bi derdor pir şên kir

Bihara me cemed û qeş tev hel kir

Bi sur û seqem tevî hev rê kir

Rojhilat ê heya heta rojavyê

Deryê jiyanekî jî me re vekir

Di bihara de gul û sosin vebûn

Ser axa me lîloz, nêrgîz diyar bûn

Ceh û genim, gadane simbil dan

Pepûle û gosan bi hev re şa bûn

Di walatê me de demsal bû bihar

Baran barî çem kişîya zelal û gihar

Êdî kew û kevokan re dem cejn e

Di dor de ne pîsî ma û ne zehar

Di axa me de sêv, hirmî pir xweşin

Di baxê me de dar û tirhên geşin

Gul û gulpikên me neçilmîsinin

Hinek ji wan şîlan hinek binefşin

"Bihara me gul û gulbik berhev kir"

Di xozanan , zozanan de pez diçêrin

Keç ji avê tên milên wen de çêrin

Çavên wen kil in û lêvên wan sorin

Navê wan û eslê wan veneşêrin

Warên me tevçem , robar, gol û deşt e

Hemû der kortal, beroj , lat û beşt e

Welat ême her dem pir rengîn e

Axa wî zêr û zîv e bi xweş tişt e

Mehmet Çobanoglu

13.06.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...