Şiir • Bilinmiyor

Bi Salan E Hêviya Yarim

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Bi salan e hêviya yarim

Ji derdan e kul dibarim

Ez rebenim, belengazim

Perçe perçe dûr diyarim

Geh dûmanim ge moranim

Geh xulamim geh şivanim

Evîna min bû bela min

Dîwane me ser çolanim

Ez qedîyam ez heliyam

Ez bo bextê xwe girîyam

Wek agirim vek êtûnim

Ji keseran tim keliyam

Ew yara min bû qeda min

Ka naza min ka keda min

Hawar hawar li min hawar

Yar carekî rû neda min

"Bi salan e hêviya yarim"

Ey yara min Meren’a min

Xezela min, demana min

Tu cani û tim jiyan î

Were ba min heyrana min

Mehmet Çobanoglu

25.07.2014

Erzîngan

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...