Şiir • Bilinmiyor

Berxwedana Kurdane

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Berbange me serî da

Tirêje ke xweş berda

Doralî ronahî bû

Roja me jî geş veda

Qet guh nedin bêfêman

Nekevin kul û xeman

Em heşîyarbûn ser pêne

Pêş de biçin her deman

Xort û keçên me rabûn

Mêr û jinên me tevbûn

Bi hevre çûn ser çiyan

Hemû gelên me şabûn

Heval egîtên me nin

Hemû jî wek şêran in

Rizgarî yê dixwazin

Xort û keçên gelan nin

"Berbange me serî da"

Berxwedana Kurdane

Têkoşîna gelan e

Şêr û şervan natewin

Têkçûna neyaran e

Mehmet Çobanoglu

06.08.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...