Şiir • Bilinmiyor

Bêrîya Min Kûre

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Xewa tev şevan pir girane

Li min şilî, şepel, barane

Dilê min de kulek e zîze

Dîsa li min mij û morane

Pişt çîyan de gundekî dûre

Çi bikim bêrîya min kûre

Tûr û tûrikê min vala ye

Xîzanî li ser min kêr û şûre

Pişt wan çiyan de gundê me ye

War û wergehê kalkê me ye

Xerîbîyê de ez helîyam

Min re bextîyarî nema ye

"Xewa tev şevan pir girane"

Dora gundê me bala, berz e

Diyarê xelqê min re herz e

Tim pêxas mam rût û tazî

Ezê biçim gund ser min ferz e

Mehmet Çobanogu

12.06.2015

Stanbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...