Şiir • Bilinmiyor

Ber Sîpanê Xelatê

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Ez ava nav çeman im

Ez Dîjle û Ferat im

Diherikim, dikişim

Jiyanê re tim jîn im

Ez Çewlik, Muş û Wan im

Bajarên nav welat im

Ser deşt û zozana de

Ez bo gelan diyar im

Ez warê Mem û Zîn im

Gul ,kulîlka hêşîn im

Salane pir xemgînim

Nav Botan’a şêrin im

Ez wargehê şêran im

Diyare kî pir kevn im

Her der min re şefeq e

Ez Xarpêt û Dîlok im

"Ez ava nav çeman im"

Ez hesin û Polat im

Dozvanê Kurdîstan im

Ber Sîpanê Xelatê

Pakrewanê Xerzan im

Mehmet Çobanoglu

30.08.2014

Stanbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...