Şiir • Bilinmiyor
Bêbextîya Havîna Sar
Yazar / Şair
Mehmet Çobanoğlu person
Bîrina min bêçare ye
Êşa nav de min dêşîne
Dayîkê ez bextê te me
Derman bîne lê bireşîne
Havîn’a min çima sar bû
Kulîlkên min diweşîne
Şaxên min jî hemû pûç bûn
Îro dîsa li min şîne
Hawara min negîhîşt te we
Bizanibin ez bêkêf im
Tu kes halê min nizane
Bêkulîlkan perîşan im
Ev çi tiştekî sosret e
Havînê de berf, baran e
Birîna min derdê kûr e
Min dêşîne sed caran e
"Bîrina min bêçare ye"
Ez bîr nakim ez bîr nakim
Bejn û bala wan kulîlkan
Bêbextîya havîn’a sar
Min qelîbî wek rondikan
Mehmet Çobanoglu
22.11.2015
Stenbol
Yorumlar