Şiir • Bilinmiyor

Agirê Kobanê Vemirînin

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu

Rêya şoreş yê zirav û dirêj e

Pergela paşverû yan pir qirêj e

Vê gavê Kobanê li ber gulan e

Dem pir tarî ye û dem bêtîrêj e

Agir û pêt e, kelîna dilan e

Li Kobanê de şer e û talan e

Bahoz û bager e, mij û moran e

Hilweşandinên gundan û malan e

Hawar û hawar gelan diqaji nin

Neyarên gel hemû se û tajî nin

Xwedêgiravî ew xas Misilman’in

Pir xedar zehf bêhiş û bêmêjî nin

Lêxin wan neyarên hov sist bikin

Berxwedanê ve jiyanê şên bikin

Roj ev roj e an mirin an mayîn e

Pêşketin û têkoşînê geş bikin

"Rêya şoreş yê zirav û dirêj e"

Lê xin serê wan rewêlan erdêxin

Wan keftaran ji bajarê de derxin

Agir,pêtên Kobanê vemirînin

Berhev bin yekîtîya Kurdan pêşxin

Mehmet Çobanoglu

13.10.2014

Stenbol

Sık Sorulan Sorular

Agirê Kobanê Vemirînin şiiri kime ait?

Agirê Kobanê Vemirînin şiiri Mehmet Çobanoğlu tarafından yazıldı.

Agirê Kobanê Vemirînin şiiri kaç kıta?

Agirê Kobanê Vemirînin şiiri 6 kıtadır.

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...