Şiir • Bilinmiyor

Agir Dibare

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Em koçberên Kurdan in

Çiya, gelî,çolan in

Me re girîn, şîvan e

Em barkêşên derdan in

Ji salane wihaye

Sûr e, seqem û baye

Agir li me dibare

Me re jiyan nemaye

Her rojê de sê dan e

Gelê me re lêdan e

Em Êzîd’in û Kurd in

Warê me Kurdîstan e

Serê me de egal e

Bajara me Şengal e

Xwîn û xezeb dibare

Ev çi rewş û pergal e

"Em koçberên Kurdan in"

Wey wey wey şerê şerme

Me re agir û germe

Sitem û êş naqede

Li me re dîsa cirme

Mehmet Çobanoglu

13.09.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...