Şiir • Bilinmiyor

Adaroka Min

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

ADAROKA MİN

Delala min zehf dûr e

Evîna min pir kûr e

Guh nadim sozên xelkê

Dûr be jî bo min nûr e

Yara min gula min e

Şev, rojan li ba min e

Dikeve hemêza min

Şêrîna dilê min e

Adrokê hez dikim

Her çavên wê maç dikim

Heyîna wê têr nabim

Nizamim ez çi bikim

Kulîlka çiyayan e

Him can e him jiyan e

Ez bo wê tim bengîn me

Her tişt bo min aran e

"ADAROKA MİN"

Ez bê wê qet şad nabim

Nexweşim û ranabim

Dilê min bê wê dêş e

Xwezî bê ez pê şabim

Mehmet Çobanoglu

02.06.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...