Şiir Tutkusu

Menü

Xezalê Ji Min Nereve

Çavreşêa min were ji min nereve
Bêbext ê agir naxe nav dilê min
Bi serê te min pir berîya te kir
Pişta xwe min de neke bedewa min

Ez bê te digîrim bê te dinalînim
Keçê te agir berda nav dilê min
Lê delalê tu ji min dûrnekeve
Keçê ji kerema xwen were ba min

Lê keçê çavreşa min sing sîsa min
Bi salane ez bo te bêrîndarim
Ramûsaneki dixwazim bide min
Ez bengin û rebenê evîndarim

Rinda min ez gavan û ez şivanim
Ez nedewlemen û ne ji çelengim
Bi salane ez bo te bêrîndarim
Ez bê te bêhes û bê te bêdengim

Di xerîbîyê de ez dûrî te me
Lê qelaşîyê neke were ba min
Bi carekî ez dil şa bim bikenim
Êdî bial mirin bibe para min

Mehmet Çobanoglu
05.10.2015
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu