Şiir Tutkusu

Menü

Kevser’a Me Bo Me Rûmete

Dîsa çima bo me qîr û qetran e
Agir ket dilê me hezar caran e
Daê Kevser’a me bi navûdenge
Oy felek çima roj li me aran e

Êşa derdan, kulan e li me pare
Kela germa havîn’ê me re sare
Kinc û cilên li ser jî deranîne
Kujtarê Kevser’a me Rom’a hare

Oy felek ji bo çi dem me re reşe
Li arîşena me ji qet nexweşe
Ay dil ay dil li me re dîsa bû şîn
Pel û per ên li ser gulan diweşe

Şehîda me keça me şêlandine
Îşkenceê de goştê wê qetandine
Lê daê qeleşîya Rom’a reşe
Em zanin fermandarê wan pir dîne

Daê bêbextîya Rom’ê gilîke
Av û şîrê wan neyaran şêlîke
Bila zar û zêçên me bizanibin
Kevser’a me di Gimgim’ê kulîlke

Mehmet Çobanoglu
20.08.2015
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu