Şiir Tutkusu

Menü

Carek Were

Nav dilê min de bêrîya te heye
Ey roj min nexiyde carek were
Dilê min ji bo te kesere, bêrîne
Kezeba min êdî bese carek were

Delaliya min kewa gozel gula bedew
Li rojane hêviya te me were ba min
Keça narîn keça kubar bende te me
Lêlê rindê were bibe arama min

Zû were ji te re du gotinan bêjim
Keça zane yek hez ê din jî evîn e
Ez tu te derbaz nabim bête bengînîm
Bê te demsal tim payîz e, nehavîn e

Lê rindê were bese ji min nereve
Keçê bizanibe ez tim bende te me
Bedewîya te tu kesan de tune ye
Bi rojan û salane hêvîya te me

Bi sal û rojane ez te difikirim
Nav dilê min de tim şewat û agir e
Rindê gelo ku haya te ji min heye
Wele bê te per û baskên min nagire

Mehmet Çobanoglu
17.06.2015
Stanbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu