Şiir Tutkusu

Menü

Bihara Me Xweş Bihare

Bihar geş bû gul hat xuyan
Rengê gulê me bû jiyan
Dilşahî û dilgeşî ye
Bêhna gulê ket nav çiyan

Berf helîya germ ket tolê
Pez jî berdan pez çûn çolê
Welatê me xweş diyar e
Me dîlan e werin holê

Zozanan de gul, rihane
Tena wan jî pir bihane
Roj me re bû bextîyarî
Bihar me re xweş gihane

Germ biharê zehf şêrîne
Tava tê de xweş zerîne
Renga dixe çol û bestan
Mîna keça dil narîne

Bihar me re deşt, zozane
Gelê me her tişt dizane
Îro me re xweş dîlane
Av dikişe li gozane

Mehmet Çobanoglu
14.01.2016
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu