Şiir Tutkusu

Menü

Ax Berxê Min

Berxê min ne lat û ne jî zinar im
Can ez ne kevir û ne jî dilsar im
Ji derdê te ez pêl û pêl dihelim
Rojan e bo te xemgîn û bêzar im

Kar û berxê min berf zû de ketîye
Êşek bi canê te de cî girtîye
Ez te li ser bîjîjkan digerînîm
Hê jî dermanê te derneketîye

Ax lawê min bêrîna te yeman e
Êş û agir, xesar e wek cirman e
Nizanim ev çi hale û çi rewş e
Ne şev û roj e ne jî xweş zeman e

Lawê min ez derdê te kê re bêjim
Şêrê min çavên xwe bo te birêjim
Rondik ser dêmên min de dibarin
Xwe jî li min nema êdî ez gêjim

Ji bo te pir kelîyam û helîyam
Li derdê te girîyam û qelîyam
Darbbesta te jî ji dara guzê ye
Xwezî ez jî bi te re bimîriyam

Berxê min ez ketim nav şîn û xeman
Dert û kul min dikişe bi her deman
Lawê min ez qurbana gora te bim
Dixwazim te bibim ber deşt û çeman

Mehmet Çobanoglu
09.06.2014
Mehmet Çobanoğlu
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu