Şiir Tutkusu

Menü

Awazên Me

Awazên me perçê jiyana me çavkanîya dengê ye
Hîmê wî hes
Dîwarê wî sewda
Dûrahîyê de xerîbî
Navberê wî de derûnî ke ker û lale
Caran dilan dişewîtîne
Caran dixeyidîne
Caran dibe rondikên çavan ser dêman de girîne
Caran jî tu şermnake wek dazan giyanê digivişe û dêşîne

Awazên me caran tehl û caran jî şêrîn
Caran wîzar
Caran qêrîn
Caran hiş
Caran şêt û dîn e
Caran di bilûra şvanan de dengvedan
Caran jî bo derwêeşan dibe dêş û beyte
Caran ji dikeve tev şîn û şîvanan dil û kezeban diqelîne

Awazên me caran jendina dilan
Lorîna dayîkan
helbestê helbestvanan
Sevta qulung qêrîna bilbilan e
Asîamên çiriyayê de xurminî
Lîstikên zarkokan de hengameyî ye
Em bi caran jî awazan de raborîya zaroktîya xwe dibîzin

Stran û awazên me geh dişibe ba û bahozên dilan
Geh rê û dirban de
Keseran geş û gurrdike
Caran jî
Mîna berxê ber kêrê
Wek masîyê ser qerexa avê
Bêçare dibe û diperpe
Caran gav û gav bi kelayî
Nêzî dilan dibe
Xulam û rebenan
Bêwelatan re
Rizgarî û azadî dixwaze
Awazên me caran dibe dilşahî
Caran dibe bextîyarî û şadî
Bi her vejînyê de
Hêşîn dibe
Reqs û dilanan de dibe peyvê mûsikan coş dixe nav govendan

Mehmet Çobanoglu
01.06.2015
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu